
Sekreterê Giştî yê PDK-S û Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela, îstifa kir. Siûd Mela di daxuyaniyekê de got, “Komple li min kirin”.
Siûd Mela îro bi daxuyaniyek giştî îstîfa kir û dest ji kar berda.
Di rojên borî de li ser medya civakî vîdyoyek di derbarê jiyana wî ya taybet de hatibû belavkirin û tê gotin ku Siûd Mela ji ber wê sebebê îstîfa xwe daye.
Piştî belavkirina vîdyoyê, Siûd Mela di daxuyaniyekê de got, “Ez rastî planeke xirab hatim ku ez û partiya me kiribûn armanc. Ez ji bo partiya me, ENKS û gelê me yê ku piştgiriya me dike, îstifa dikim”.
Di daxuyaniya xwe de, Siûd Mella herwiha tekez kir ku ewê dilsozê partiya xwe bimîne, ji ber ku wî piraniya jiyana xwe tê de derbas kiriye.
Dema ku Mela di 10ê Kanûna 2017an de Sekreterê Giştî yê PDK-Sê bû, di kongreyê de wek Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hat hilbijartin.