Fazil Mîranî: Ma Kurdistan tenê ya PDK û YNK ye?

 

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di hevpeyvîna ligel Rûdaw TV de nirxandinên girîng li ser rojevê û bi taybet li ser pirsgirêkên PDK-YNK û hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir. 

Mîranî bal kişand ser wê yekê ku berê di navbera PDK û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de pirsgirêk hebûn, lê ev pirsgirêk bi diyalogê hatin çareserkirin û got, “Eger Kubad Talabanî û Bafil Talabanî siyaseta Mam Celal bişopînin, ev pirsgirêk çênabin”. 

Mîranî da zanîn ku divê rêxistinên cuda bi xwe biryara xwe bidin û got, “Çi xiristiyan be, çi Tirkmen û çi komên din bin, em û YNK tercîh dikin ku li hember civakên din nebin biryar. Ew çi biryarê bidin, em qebûl dikin. Ji ber ku ew hevkarên me yên li vî welatî ne, divê di biryara xwe de azad bin”. 

Mîranî anî zimên ku divê hilbijartin di dawiya meha Cotmehê yan jî di destpêka meha Mijdarê de bên kirin û got, “Nabe em rê li ber hilbijartinan bigirin, divê hilbijartinên Herêma Kurdistanê bên kirin. Divê em hemû ji gelê Kurdistanê re diyar bikin ku divê ev hilbijartin bên kirin”. 

Mîranî amaje bi wê yekê jî kir, ku PDK û YNK ji bilî rêkeftinê ti çareyek wan nemaye û got, “Eger em li hev nekin wê çi bibe? Parastina destkeftiyên ku bi dest ketine erkê her du aliyan e. Pirsgirêkên heyî metirsiyê li jiyana giştî ya gel, xizmetguzariyên wan û têkiliyên me yên li gel Bexdayê dikin”. 

Mîranî herweha got, “Ma Kurdistan tenê ya PDK û YNK ye? Ma gelê me yên din jî ne xwediyê Kurdistanê ne? Gelo ew kesên ku ne endamên her du partiyan in, dibe ku parçebûna Kurdistanê di navbera van herdu partiyan de qebûl bikin? “  

 

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: