Serokê CHPê û serokê DEMê bi hevre daxûyanî dan..!
Piştî qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Halfetiyê ji DEM’ê hatin kirin, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li Mêrdînê daxuyanî dan.
Ozel di daxuyaniya ku bi Ahmet Turk re li ber avahiya şaredariyê da got, “Gelê Mêrdînê biryarê dide ku Serokê şeredariya Mêrdînê kî ye, ne Recep Tayyîp Erdogan. Em ji bo silavkirina îradeya we hatin vir. Em hatin vir ji bo aştî û biratiyê. Ozer got:” Ahmet Turk, ku ketiye siyasetê, kevokekî aştiyê ye, li şûna nakokiyê, aştiyê diparêze û di vê mijarê de rêbertiya me hemûyan dike. Dema tu qeyûm tayîn bikî Ahmet Turk ne ew kese ku dewsa wî qeyûm bê tayînkirin. “
Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan jî daxuyaniya xwe ya li Mêrdînê de got: Ev derewker, ev înkarker, ev redkerên gelên Tirkiyeyê, wisa difikirin ku Kurd wê teslîmî van bawermend û derewkaran bibin. Divê baş bizanibin ku Şêx Seîd, Seyît Riza, Denîz û Sakîne çi kirine, gelê Kurd û gelê Tirk jî wê bikin. Ne bawermendên wan, ne polîtîkayên wan ên mêtinger, ne derew û ne jî hîleyên wan dê me netewîne.
Piştî axaftina Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan xelkê li ber avahiya şaredariyê bi keviran êrîşî polîsan kirin. Dawiyê qelebalix ji aliyê polisan ve hate belav kirin.