DYA: hilbijartinên serokatiye..!
Li DYA hilbijartina serokê nû îro destpê dike. Li himber gelek pirsgirêkên cîhanî, çavê cîhanê li encama van hilbijartinan e.
Hilbijartinên serokatiyê yên 60emîn îro li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tên lidarxistin, anketên Di rapirsînan de tê diyarkirin ku, herdu berbijêr ji hev ne dûrin wek hevin.Li zikhev de gorî 14 rapirsînên dawî yên li ser portala nûçeyan Real Clear Politics (RCP), ku encama rapirsînên neteweyî li seranserê welêt berhev dike, Harris û Trump ji sedî 48,5 piştgirî ne.
Di nav rapirsînan de, her du hevrik di anketên NBC News, New York Post, Emerson û New York Times de li ser xalên wekhev in, lê Harris di rapirsînên weşanên wekî Reuters û Forbes de bi ferqek kêm li pêş e û Trump di rapirsînên dezgehên ragihandinê yên wekî Wall Street Journal û CNBC de bi ferqek kêm li pêş e.