
Kemal Kilîçdaroglu serokê Partiya Gela Komarî ya Tirkiyeyê (CHP) roja 12.04.2018ê bi boneya wefata Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî, bi telefonê peywendî bi Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û jê re sersaxî xwest.Kilîçdaroglu di wê peywendiya telefonî de, jibilî sersaxî xwestinê, hevderdî û hevxemiya ji Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî re nîşan de û hêvî xwest ev xema dawiyê ya malbatê be û Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi beheştê şad bike.Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiyê û sersaxî û nîşandana hevxemiyê sipasiya Kemal Kilîcdaroglu kir.