Polîtîk

Serokê CHPê serdana Demîrtaş kir

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ji bo bi Selahattin Demirtaş re hevdîtinê pêk bîne çû Girtîgeha Edîrneyê. Parêzerên Demîrtaş beriya serdanê metna banga ku Demîrtaş nivîsandibû ji  Ozel re gihandin.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel beriya gera xwe ya herêmê serdana Selahattin Demirtaş li Girtîgeha Edîrneyê dike. Beriya serdanê parêzerên Demîrtaş pirtûka Demîrtaş û metna bangê ya ku wî nivîsandî radestî  Ozel kirin.

Demîrtaş di metnê de bang li hemû siyasetmedaran bi taybet Erdogan, kesayetên Burokrasiyê, baroyan, şaredarî, saziyên sivîl û burokrasiya ewlekariyê kir û got:

“Ji kerema xwe ji bo tedbîrên lezgîn û bi bandor hevkariyê bikin, îsyan û daxwazên mafdar ên jinan bibihîzin. Em bi guhertina ziman, model, polîtîka û pêkanînên di siyasetê de dest pê bikin. Ger em dixwazin aştiya civakî ava bikin, bila pêşî ji vir dest pê bikin. Ji ber ku heta azadî û demokrasî ji bo her kesî pêk neyê aştî pêk nayê.”

Parlementerê Meletiyê Velî Ağbaba û parlementerê Diyarbekirê Sezgin Tanrıkulu bi Ozel re serdana Demirtaş kirin.

Ozel dê sibê piştî civîna reveberiya partiya xwe dê biçe Amedê û di gera herêmê ya 5 rojan de li gel Amedê serdana Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg û Wanê bike.

Back to top button