Serokê CHPê bi rêve ji Enqere diçe Stanbulê

Duh parlementerê CHPê Enis Berberoglu bi tuhmete eşkerekirina sirên dewletê bi 25 salan hate cezakirin. Piştî biryara dadgehê Berberoglu birin girtigeha Maltepe ya Stanbulê. Herweha dema gelek parlementerên CHPê li ber deriyî girtigeha Maltepe çalakiya runiştinê kirin û şeva xwe li ber deriyê girtigehê derbas kirin.Piştî biryara dadgehê parlementerên CHPê civîna parlementoyê terikandin û di cih de desteya rêvebir ya CHPê di serokatiya Kemal Kiliçdaroglu de civiya. Di civînê de biryara hinek çalakiyan hate dayin.Enis BerberogluÎro serokê CHPê Kiliçdaroglu li Enqere Guven Parkê demjimêr 11.00 daxûyaniyekî radigihîne û piştre berê xwwe dide Stanbulê. Kiliçdaroglu dê ji Enqere rêve herê Stanbulê. Di rêveçûna Adaletê bike. Gelek parlementer û erpirsên hinek dezgehên sivîl jî li gel Kemal Kiliçdaroglu tevlî vê çalakiyê dibe.Tê hesebandin ku rêveçûna serokê CHPê 15 roja dewam dike. Dema bighe Stanbulê jî xwepêşandanek girsehî pêtînin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: