Cîhan
Serokê CHPê Kiliçdaroglu diçe Amerîkayê

Serdana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya Amerîkayê 9ê Cotmehê dest pê bike heta 13ê Cotmehê berdewam dike.
Yekemîn rawestgeha Kiliçdaroglu ya li DYAyê wê Boston be. Kiliçdaroglu dê beşdarî bernameyên li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts û Zanîngeha Harvardê bibe. Piştre jî wê biçe Washingtonê û bi nûnerên rêxistinên sivîl re hevdîtinê bike.
Di daxuyanîya ku ji teref CHPê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di serdanê de li ser nirxên hevpar ên mirovahiyê û pêşketinên teknolojîk û zanistî dê nêrînên xwe bên parvekirin.
Li gel Kiliçdaroglu heyeteke ku ji berdevkê Partiyê Faîk Oztrak û Sekreterê Giştî Selîn Sayek Böke jî heye.