Cîhan

Îran gefa dagirkirina Herêma Kurdistanê xwar!

Di dema ku xwepêşandan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam bûn, Artêşa Pasdaran gefa dagirkirina Herêma Kurdistanê xwar.

Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî gefa destwerdana rasterast li Herêma Kurdistanê xwar, ku bi awayekî nepenî jê re digotin “hinek cîran”, “heke ew komên çekdar ên opozîsyonê paqij nekin”.

Di daxuyaniya li ser hesabê fermî yê Twîtterê yê Pasdaran de hati kirin wehaye:

“Yekîneyên hêzên zirxî û taybet ên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, eger hinek cîran nikaribin terorîstên durû û cudaxwaz ên li ser xetên sînorî derbixin û herêmê heta hetayê ji van cinan dûr bixin, amade ne ku rasterast destwerdanê bikin.”

Metirsî di demekê de ye ku xwepêşandan û tundûtûjî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di hefteya xwe ya sêyem de zêde dibin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw, îro li bajarê Sine (Senendec) di dema xwepêşandanan de hêzên ewlehiyê gule berdan otomobîlekê û di encamê de şofêrê wê hat kuştin. Hat zanîn ku di xwepêşandanên li Sine de kesekî din jî hatiye kuştin.

Di dema ku Muhafizên Şoreşê û baskê milîs Besîc bi tundî bi tepeserkirina tevgera xwenîşanderan re eleqedar in, rêveberiya Îranê partiyên kurdî bi handana xwenîşandanan tawanbar dike.

Ji aliyê din ve, Sererkanê Îranê Mihemed Bagerî, pesna hêzên polîs û hêzên ewlehiyê yên li ser tepeserkirina xwepêşanderan da û ew xwepêşandan wek “komplo” û “serhildaneke mezin” bi nav kir.

https://twitter.com/Sepah_Com/status/1578651936311500800?s=20
Back to top button