Li Duhokê bûyera trafîkê: 8 endamên malbatekê mirin

Bûyereke tund a tirafîkê li Duhokê rû da û li gor zaniyariyên destpêkê 8 endamên malbetekê canê xwe ji dest dan û 3 jî kesên din jî birîndar bûn.
Li parêzgeha Duhokê li ser rêya li ser rêya di navbera Bedrîk û Şêxanê minîbûsek û barhigirekê li hev dan û di encamê de 8 endamên malbetekê canê xwe ji dest dan û 3 jî kesên din jî birîndar bûn.
Derbarê bûyerê de Rêvebirê Nahiya Elqûşê Lara Yûsif ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku bûyer îro êvarî saet derdora 20.30 qewîmî.
Lara Yûsif da zanîn ku ew kesên ku canê xwe ji dest dane xelkê navçeya Sêmêlê ya Duhokê ne û hemû endamên yek malbatê ne.
Peyamnêrê Rûdawê Heyder Doskî jî li ber Rêveberiya Pizîşkî ya Dadê li Duhokê ligel mirovên ew kesên ku di bûyerê canê xwe ji dest dane axivî û yek ji kesûkarên wan got rewşa tendirustî ya birîndar ne baş e.
Li gorî peyamnrê Rûdawê kesên mirine 5 zarok in, bapîrê wan e û du hevjîn in.
Rêvebera navçeya El-Quş Lara Yûsif ji tora ragihandinê re wiha got: “Bûyer derdora saet 20:30’an de rû da, dema ku kesên jiyana xwe ji dest dane niştecihên navçeya Sêmêlîn bûn û endamên heman malbatê bûn.
Rêvebirê Nahiya Elqûşê Lara derbarê sedema bûyerê de jî got ku rêya xirab bûye sedema qezayê û got ku bi dehan caran wan ji hikûmetê xwestine ku rêyê bikin dualî çêbikin ku dirêjahiya rê tenê 22 kîlometre ye.