Polîtîk

Dijayetîkirina êrîşa Mêrîsînê, bê wijdanî ye

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di bernameyeke televîzyoneke PKKê de bersiva kes û aliyên ku rexne li êrîşa Mêrsînê girtibûn, bi îmanî û bêwijdanî tohmetbar dike.

Bayik dibêje, nabe ti kes êrîşa Mêrsînê berûvajî û biçûk bike. Kesên ku li dijî vê çalakiyê derdikevin, divê pêşiyê li dijî tawanên şerî yên hikûmeta Tirkiyê derkevin.

Hevserokê KCKyê her wiha diyar dike ku, yê şerker dewleta Tirkiyê ye, ji ber wê banga rawestandina şer, divê ne li wan, divê li hikûmeta Enqerê were kirin.

Hefteya borî jî Endamê Komîteya Rêvebir ê PKKyê Duran Kalkan û baskê leşkerî yê PKKê Hêzên Parastina Gel (HPG) bersiva Demîrtaş dabûn û bi tundî rexne li wî girtibûn.

PKKê di 26ê Îlonê de li bajarê Mêrsînê êrîşî kolmelgeheka taybet bi polîsan kiribû û Demîrtaşî û HDPê jî ew êrîş şermezar kiribûn.

Back to top button