Polîtîk

ENKS kiryarên çekdaran li Serê Kaniyê û Girê Sipî şermezar dike

Sekreteriya Giştî ya ENKS di daxuyaniyeki deragıhand ku; “Hêzên Tirkiyê bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya netewî ji hebûna PKK’ê û avakirina herêmeke ewle, êrîşî Serê Kaniyê û Girê Sipî û herêmên di navbera wan de kir û ligel komên çekdar ên ser bi wê ve di çend rojan de ew herêm xistin bin kontrola xwe.”

ENKSê di daxuyaniyê de diyar kir, “Piştî ku dewleta Tirkiyê bi Amerîka û Rûsyayê re gihîşt du peymanên cuda û erêkirina (HSD) li ser wan her duyan, operasyonên leşkerî rawestiyan. Di xalên peymanan de tekezî li ewlehî û parastina sivîlan û mal û milkên wan hate kirin, lê ew yek bê pabendî ma.”

ENKS diyar kir, di encama operasyonên leşkerî de, bi deh hezaran xelkê herêmê ji hemû pêkhateyan, neçar man ku koçî bajar û gundên derdorê bikin ku di salên borî de di nav şert û mercên dijwar de li wan cihên dimînin.

ENKS destnîşan kir, “Grûpên çekdar ên ku li Serê Kaniyê û Girê Sipî bi cih bûne, tawan û binpêkirin li dijî sivîlan kirin, wek dizî û talankirina mal û milkên xelkê û bicihkirina malbatên xwe di wan malan de û. Gelek welatiyên Kurd ên bêguneh ên ku di malên xwe de mane jî, tên revandin û eşkencekirin, ji bo ku wan bi darê zorê fîdyeyê bidin yan jî dê bêne kuştin.”

ENKS tekez kir jî, “Tevî ku di rapora Komîteya Lêkolînan a Navdewletî de hatin gotin ku tiştên li van deveran tên kirin, digihin asta tawanên şer jî, kiryarên grûpên çekdaran nehatin rawestandin.”

Encûmena Niştimanî ya Kurd di sêyemîn salvegera êrîşa li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî de, kiryar, binpêkirin û tawanên ku li dijî gelê Serê Kaniyê û Girê Spî û Efrînê jî tên kirin, bi tundî şermezar dike.

Her wiha ENKSê bang li civaka navdewletî, Netewên Yekgirtî û welatên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê yên wekî Amerîka, Rûsya û Tirkiyê dike ku dawî li êş û azarên xelkê van deveran bînin û bi cidî kar bikin ji bo derxistina komên çekdar û dûrxistina wan ji bajar û bajarokan, ji bo hêsankirina vegera koçberan bo malên xwe.

ENKS tekezî li ser wê yekê jî dike ku rêveberiya Girê Sipî, Serê Kaniyê û Efrînê ji bo ji xelkê wê yê resen were radestkirin, û hemû kesên ku tawan li dijî gel û milkên wan kirine, bêne dadgehkirin.

Back to top button