Polîtîk

Serokê Asayişa Kurdistanê li Almanya hevdîtinên girng dike

Roja 16ê Sibatê di duyem roja Konferansa Asayişê ya Munchenê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi hejmarek ji berpirsên bilind ên welatên cîhanê re dicive.

Peymanêrê K24ê li Munchenê aşkere kir, di perawîza hevdîtin û civînên Konferansa Asayişê yê Minchenê de biryar e Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hejmare hevdîtin bi  berpirsên bilind ên welatên cîhanê re encam bide.

Li gor zanyariyan, îro Mesrûr Barzanî bi her yek ji Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson, Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen, Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Wezîrê Dewletê yê Pêwendiyên Derve yên Îmarata Erebî Enwer Qirqaş, Nûnerê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê James Jeffrey, Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen re dicive.

Her di dirêjahiya zîncîreya civînên îro de, Mesrûr Barzanî bi Endama Kongressa Amerîkî û Alîkara berê ya Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Elissa Slotkin re dicive û berî wê jî bi Serok û endamên Komîta Bergîriyê ya Parlemantoya Almanî re dicive.

Her di perawîza konferansê de, duhî 15ê Sibatê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi her yek ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Salih Feyaz û hejmarek ji parlemanterên Almanyayê re civiyabû.

Di konferansa îsal a Munchenê de zêdetir ji 35 serok û serokwezîr, 50 wezîrên derve û 30 wezîrên bergîriyê yên cîhanê beşdar in û Angela Merkel wek Şêwirmena Almanya tê de amade dibe.  Di konferansê de çendîn pirsên girîng ên derbarê asayişa navdewletî û metirsiyên cîhanê têne guftûgokirin.

Ji Buhara sala 1963an ve li Munchenê ya Almanyayê Konferansa Asayişa Cîhanê tê li darxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.

 

Back to top button