Polîtîk

Serokatiya parlamento û hikûmeta Kurdistanê civyan

Li bajarl Hewlêrê bi amadebûna Erselan Bayîz serokê parlamentoya Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, her du serokatiyên parlamento û hikûmeta Kurdistanê civiyan.

Di civînê de tekîd li ser zêdetir hevkarî û hevahengiya navbera parlamento û hikûmeta Kurdistanê de hat kirin. Her du serokatî, serokatiya parlamento û serokatiya hikûmetê li ser wê yekê hevfikir bûn ku divê ew yasa û qanûnên bi jiyana hevwelatiyan ve girêdayîne û dîrekt tesîrê li ser xweşkirina jiyana hevwelatiyan dikein, bilkevine di serê lîsteya karnameya parlamentoya Kurdistanê de û di demek zû de bên pesind kirin.

Di civînê de biyar hat da ku, di demek herî zû de serokê saziya çavdêriya darayî bê destnîşan kirin. Herwesa biryar hat dan ku, li gor peyrewê navxweyê parlamentoya Kurdistanê, hemû ew pirojqanûnên lêkdanên darayî hene, piştî wergirtina razîbûna serokatiya civata wezîrên KurdistaNê, Paşî parlamentoya Kurdistanê wan bike di bernameya karê xwe de.

Back to top button