Polîtîk

Serokatiya Kurdistanê pêşwazî li uzirxwastina Erdogan kir

Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de pêşwazî li daxuyaniya uzirxwastina serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan kir ku, duhî di daxuyaniyekê de wî daxaza lêborîbê ji dêrsimiyan kir bê û komkujiya Dêrsimê jî weke meznitirîn  bûyera trajedî di  dîroka nû ya Tirkiyeyê de wesif kir bû.

Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje:
– Em birêz û kêfxweşî ve pêşwaziya vê daxuyaniya birêz Erdogan dikin û em di wê baweriyê de n eku daxuyaniyên bi vî awayî wêrekane û zîrekane, ji nû ve nivîsîna rastiya dîrokê ye ku têda komkujiyên nexwestî li dijî  kurdan rû daye.

– Bêguman encama vê helwestê xizmetê bi hemû aliyek digihîne û bingehên aştiya civakî kûrtir dike. Heman demê de pêvajoya vekirina demokratîk jî li Tirkiyeyê berev qonaxeke bi rûmetdar ve dibe.

Ev li jêr teksta daxuyaniyê ye:

Birêz Receb Tayyib Erdogan serokwezîrê Komara Tirkiyeyê duhî çarşemiyê (23/11/2011) li Enqereyê di civîna Partiya Dad û Geşepêdanê de, helwest û daxuniyên gelek wêrekane sebaret bi bûyerên komkujiya salên (1936 – 1939 )ê li devera Dersimê nîşan dan. Birêz Erdogan di axaftina xwe de bi navê dewleta Tirkiyeyê  daxwaza lêborînê ji xelkê wê navçeyê xwest û komkujî jî bi mezintirîn bûyera trajedî di  dîroka nû ya Tirkiyeyê de wesif kir.

Em birêz û kêfxweşî ve pêşwaziya vê daxuyaniya birêz Erdogan dikin û em di wê baweriyê de n eku daxuyaniyên bi vî awayî wêrekane û zîrekane, ji nû ve nivîsîna rastiya dîrokê ye ku têda komkujiyên nexwestî li dijî  kurdan rû daye. Her wiha ev pêngav zêdetir rê li ber wê siyaseta vekirinê xweş dike ku Tirkiyê li pêşiya xwe deynaye. Ji bo wê yekê helwestên bi vî awayî wêrekane baweriyeke bi hêz di nav civaka kurd de diafirîne.

Bêguman encama vê helwestê xizmetê bi hemû aliyek digihîne û bingehên aştiya civakî kûrtir dike. Heman demê de pêvajoya vekirina demokratîk jî li Tirkiyeyê berev qonaxeke bi rûmetdar ve dibe.

Berdevkek bi navê

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

24/11/2011

Back to top button