Serokatiya Kurdistanê: Divê kêmasiyên trafîkê nemînin
Li ser raspardeya birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê pêşniyarek pêşkêşî serokayetiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku lêkolîneke zanistî li ser kêmasiyên trafîkê, rê û cadeyan bêkirin. Ji bona kêmkirina rêjeya bûyerên trafîkê li Herêma Kurdistanê jî, bi mebesta bi cîhkirina naveroka biryarê lîjneyek ji bo duvdaçûna vê pirsê bête pêkanîn.
Dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê di nameyekê de bo serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê balkişandiye li ser zêdebûna rêjeya bûyerên trafîkê. Dîwana serokatiyê di nameya xwe de, ji bona encamdana lêkolîneke zanistî li ser vê diyardeyê û ji bona danîna programek bijarte, minasib û sîstemekî modern ku bibe sedemê kêmkirina bûyerên trafîkê û parastina jiyana hemwelatiyan çendîn pêşniyar pêşkeş kirine.
Her wiha di pêşniyarê de tekez li ser liberçavgirtina standardên endazyarî, teknîkî û nexşeyên minasib û bihêzkirina çavdêriyê hatiye kirin, û eger pêwîst bike ji bona xizmetgihandina hemwelatiyan û parastina ser û malê wan yasa û rênimayiyên trafîkê jî pêdaçûnek li ser bête kirin.