Rojevakurd navên berprisên sûrî ku YE ceza li ser dane eşkere dike
Duhî roja 6ê gulanê welatên Yekêtiya Ewropayê cezayên giran danan ser hijmareke mezin a berprisên rijêma Sûriyeyê.
27 welatên Yekêtiya Ewropayê razî bûn ku cezayên bolkirina pare û qedexekirina seferê li ser 13 mezine berprisên Sûriyeyê ku di nav lîsteyê de Beşar Esed serokê Sûriyeyê jî heye, dan in.
Lîsteya ji aliyê welatên Yekêtiya Ewropayê ve hatiye pêşniyar kirin ku ceza li ser dan in pêk tê ji:
Mahir Esed, Minzir Esed û Faris Esed biryaên serokê Sûriyeyê, Elî Memlok rêvebirê îdareya îstîxbarata giştî, Atif Necîb serokê berê yê emnina siyasî li Deria, Ebdulfetah Qidsiye serokê emina laşkerî, Cemîl Hesen rêvebirê îdareya îstîxbarata hêzên hewayî, Rustem Xezale serokê emina leşkerî li wîlayeta Gundên Şamê, Ramî Mexlof sermayedar û kurxalê serkomar, Hafiz Mexlof kurxalê serokomar û efser li îdareya îstîxbarata emniyeta dewletê, Emced Ebas serokê emnina siyasî li wîlayeta Baniyas, Mecdob Zeytûn û Îd Simor.
Welatên Yekêtiya Ewropayî weke prensîp li ser vê pêşniyarê li hev kriiye, lê roja duşemiyê, eger tu welat li dij dernekevin, dê bi fermî biryar derkeve.