Seroka Desteya Serbixweya Mafên Mirovan destbikar kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna xanima Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê û birêz Bengîn Qasim Mihemed Serokê Encumena Dadwerî, fermana Herêmî ji bo xanima Muna Yuxena Yaqo îmza kir ku wekî Seroka Desteya Serbixweya Mafên Mirovan destbikar dibe. Rêzdar hemû piştgîriyekê ji bo erkê xanima Muna dûpat kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest.

Paşê li rêwresmek da bi amadebûna rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê û Seroka Parlemena Kurdistanê, birêz Seroka Desteya Serbixweya Mafên Mirovan li ber birêz Serokê Encumena Dadwerî da sonda yasayî xwar.

Nerîna min :