Serok pêşwazî li Biden kir

Li hevdîtinê de ku birêz Dr Roj Nûrî Şaweys Cîgirê Serok Wezîrê Iraqa Federal, Dr Berhem Ehmed Saleh Serokê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, Dr Aştî Hewramî Wezîrê Samanê Sirûştiyan, Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, Cîgirê Serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka gelek bi giringî behsa rola Serok Barzanî ya li serxistina proseya siyasî û pêkanîna Hikûmeta hevbendiya nîştîmanî kir ku bi sedema wê destpêşxeriyê bû xiste rû û ragihand li kombûnên me yên li gel berpirsên mezinên Iraqa Federal da ku behsa Hikûmeta nû hate kirin, her hemû pêkanîna vê destpêşxeriyê ve vedigerandin ku çawa Iraqê ji tengasiyên kûr rizgar kir.

Em jî wekî Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka gelek xweşhal bûyîn bi wê destpêşxeriyê û wê rola we ya girîng gelek bi bilindî dinirxînîn, lê belê ser vê yekê jî eve hê jî prose bi tevahî bi dawî nehatiye, ji bo wê yekê jî ji bo dawî anîna vê meseleyê rola we niha gelek bi pêwîst dihête zanîn.

Her wiha guftûgokirina dostayetiya di navbera Emerîka û Kurdistan mijareke dinê vê hevdîtinê bû. Li vî warî de Cîgirê Serokê Emerîka girêdayîbûna welatê xwe bi parastina asayîşa Herêmê dûpat kir.

Serok Barzanî spasî Cîgirê Serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîkayê kir ji bo girêdayîbûna welatê wan bi parastina asayîşa Herêmê û tekez li wê yekê kir ku hemû hewlên xwe dixe holê ji bo temamkirina meseleya pêkanîna Hikûmeta hevbendiya nîştîmanî û ragihand me dawî bi qonaxê bingehîn aniye û niha jî çareseriya meseleyên dinê mayînin.

Her wiha ragihand şanazî bi serkeftina destpêşxeriya xwe dikîn ku bi vê destpêşxeriyê gelê Kurdistanê diyar kir ku girêdayî Iraqe ke ku Federalî û Demokratî bê.

Nerîna min :