Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Seyîd Emmar Elhekîm Serokê Tevgera Hîkme kir.
Li hevdîtinê de rewşa Iraqê bi giştî, encamên hilbijartina pêşwext ya Encumena Nûnerên Iraqê, pêşbîniyên ya paşeroja proseya siyasî, hikûmeta paşerojê ya federaliya Iraqê û erk û gefên li ber wê hatin nirxandin.
Her du alî tekez li ser girîngiya parastina aramiya siyasiya li welat û destgirtina bi bijardeya demokrasiyê û pêşxistina proseya siyasî û gihîştina hêz û aliyên Iraqiyan bi hevdû têgihiştineke rizamend ya ji bo hemûyan kirin ku xizmetê bi niha û paşeroja Iraqê û çareserkirina kêşeyên wê bike.
Li mijareke dinê hevdîtinê de behsa dîtin û têbîniyên li ser proseya dengdanê kirin û her du alî hevra bûn ku her nerazîbûn û têbîniyek li ser encamên hilbijartinê hebê, li gor rêkarên destûrî û yasayî bêne çareser kirin û Hikûmeta paşerojê jî girîngiyê bi daxwaz û çaverêyiyên welatiyan bibe.