PolîtîkRojev

Em ti guhertinekî di deng û kursiyên xwe de qebûl nakin

 Dezgeha hilbijartinan ya PDKê ragehand, ew ti guhertinekî di deng û hejmara kursiyên xwe de qebûl nakin.

Berpirsê pişka hiqûqî li dezgeha hilbijartinan ya PDKê, Hawar Mihemed ragehandiye, ev çend roj in ew li Bexdayê ne û çavdêriya hejmartina dengan bi dest dikin.

Hawar Mihemed her wiha gotiye, bi qasî wan çadêrî kiriye dubare hejmartina dengan nabe sebeba guhertina encamên hilbijartinan, ji ber wê jî eger guhertinek çêbibe ew qebûl nakin.

Wî berpirsê dezgeha hilbijartinan ya PDKê daye zanîn jî, eger guhertinek çêbibe jî wê çaxê yan di bin fişarê de çêbûye yan jî bi zora dirav û bertlîlê çêbûye!

Piştî ragehandina encamên hilbijartinên giştî yên Iraqê, hinek aliyan gilî kiribûn ji ber wê jî komîsyona hilbijartinan ya Iraqê biryar dabû dengên hinek deveran bi dest bên hejmartin, ji ber ku dengdan elektironîk bû.

PDKê di hilbijartinên roja 10 Cotmeha îsal de 33 kursiyên parlementoya Iraqê bi dest anîbû.

Back to top button