Serok Nêçîrvan Barzanî û Şah Ebdullah rewşa herêmê gotûbêj dikin
Li Emmanê paytextê Urdinê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi Şah Ebdullahê Duyemîn kurê Huseyîn, Şahê Şahnişîna Urdunî ya Haşimî re civiya.
Di civînê de, xurtkirina bêhtir a têkiliyên Şahnişîna Urdunê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re û ferehkirina hevkariyê di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de gotûbêj kirin, herweha di derbarê pêşhat û bûyerên herêmî û navneteweyî yên ku cihê balkêşiya her du aliyan in, dîtinên xwe anîn ziman.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêzanîna xwe ya kûr ji bo helwestên piştgiriya Şahnişîna Urdunê ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê nîşan da, herweha peywendiyên dîrokî û dostaniya navbera her du aliyan, bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Şah Ebdullahê Duyemîn xwesteka welatê xwe ji bo xurtkirina têkiliyan û hevkariya hevpar bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re tekez kir, herweha pêgîriya Urdunê ya piştevaniya her gavekê nîşan da ku ewlehî, aramî û pêşketinê ji bo gelên herêmê xurt bike.
Di beşeke din a civînê de, herdu aliyan giringiya alîkariya hevbeş ji bo parastina aramî û aştiyê li herêmê tekez kirin û li ser çend pirsên din ên cihê, rawestiyan.