Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyozê Japonê kir

Îro danê sibê Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonê li Iraqê Matsumoto Futoshi kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya hewlên Balyozê Japonê ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera welatê xwe û Iraq û Herêma Kurdistanê kir û rola erênî ya Japonê li palpiştîkirina Seqa wî li Iraq û Herêma Kurdistanê de bilind nirxand. Her wiha hêviya serkeftinê ji bo Fotûşî di peywira xwe ya pêşerojê de xwest.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Japonê xweşhaliya xwe ji bo piştevaniya aliyên peywendîdar di serkeftina erkê xwe de nîşan da û tekez li ser xwesteka welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevbeş li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha behsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî jî kirin.

Back to top button