Civak

Konsera hunermenda kurd Xecê li 3 parêzgehan hat betalkirin

Konserên ku hunermenda Kurd Xecê plan kiribû li 3 parêzgehan bide, hatin betalkirin.

Rêxistina Risus a ku konser organîze kiribû di derbarê qedexekiriinê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de dibşje:

Bi xemgîniyeke mezin konserên 16’ê Mijdarê yên Erzirom, 20’ê Mijdarê Agirî û 21’ê Mijdarê yên Mûşê ku ji aliyê hunermenda me ya navdar Xecê ve hatibû plankirin ku di çarçoveya gera konserê ya ku ji aliyê Şîrketa me ve hatibû organîzekirin de, piştî mehekê ji aliyê şaredarî û xwediyên salonan ve hatin betalkirin. Tu sedemek her qanûnî tuneye,Salon me bi mehane girtîbûn û hemû amadekarî hatîbûn kirin. Em bi xemgînî betalkirina van konseran bi were parve dikin.

Serlêdana me ya li salonên cuda yên Agiriyê dewam dike. Bilêtên konserên Erzirom û Mûşê dê ji aliyê Biletix û Biletinial ve bên vegerandin.”

Back to top button