Serok Nêçîrvan Barzanî serxweşiyê li Eyad Elawî kir

Êvariya îro în 04/12/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêz Eyad Elawî, Emîndarê Giştî yê Tevgera Wîfaqî Niştimaniya Iraqî, ji bo koça dawî ya xwedê jêraziyê Suad Elawî xuşka wî, serxweşiyê lê kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna hevsozî û hevxemiya li gel wan û malbata wan ya birêz, hêvî xwest yezdanê mezin giyanê xwedê jêraziyê, bi dilovaniya xwe şad bike û hedarê bi hemûyan bide.

Ji aliyê xwe ve birêz Eyad Elawî spas û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê û hevbeşiya wan ya li sersaxî û xema wan da derbirî.

Nerîna min :