Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li Selaheddîn Mihemed Behaeddîn kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyekê telefoniyê da li gel Mamosta Selaheddîn Mihemed Behaeddîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê, ji bo koça dawî ya xanima Hemîde Mihemed Behaeddîna xuşka wan, pirse û sersaxiyê pêşkêşî birêz kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna hevxemiyê li gel Mamosta Selaheddîn Mihemed Behaeddîn û malbata wan ya birêz, hêvî xwest xwedayê mezin xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û hedarê bide malbat û kesukarên wan.

Ji aliyê xwe ve birêz Mamosta Selaheddîn Mihemed Behaeddîn ji bo peywendî û hevxemî û hevbeşiya li sersaxiya wan da, spasî Serok Nêçîrvan Barzanî kir.

Nerîna min :