CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata Haco kir

Îro şemî 12.12.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyekî telefonî da li gel birêz Kamîran Haco, ji bo koça dawî ya mamê wî yê birêz û mezinê malbata Haco, xwedê jêrazî Zinawer Çaçan Haco, pirse û sersaxiyê lê kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî derbirîna hevxemiya xwe ya li gel birêz û malbata Haco, hêvî xwest xwedayê mezin giyanê xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û hedarê bide hemûyan.

Ji aliyê xwe ve birêz Kamîran Haco, spas û pêzanînên xwe û malbata wan ya birêz ji bo hevxemî û hevbeşiya Serok Nêçîrvan Barzanî li pirse û sersaxiyê de derbirî.‌

Back to top button