Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi daxûyaniyekî, cejna êzidiyan li Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz kir.

Daxûyaniya serokê Kurdistanê:

Cejna sersalê (Çarşema Sor) li hemû xûşk û birayên me yên Êzdî li Kurdistanê û cîhanê, pîroz dikim. Pîrozbahiyek taybet ji bo kesukarên qurbanî yên terorê û yên heta niha di wargeh û kampanda jiyana xwe derbas dikin. Bi hêviya ku cejn û bîrhatinên bên, di rewşeka baştir da li me vegerin.

Îsal jî dîsa cejn di demekêdaye ku tevî hemû cîhanê, Kurdistan jî ji destê Kovid -19 ê dinale, hêvîdarim her kes pêgirê rêkarên tendirustî û xweparêziyê bin. Mixabin tevî rewşa giran ya jiyana kampan, hê jî çarenivîsa bêhtirê du hezar xûşk û birayên me yên Êzdî yên revandî jî nediyare.

Em dîsa hemû Êzdiyan piştrast dikîn heta dûmahiyê û hinde Êzdiyek revandî mabe, em dê li pey çarenivîsê wan bîn û çi pêwîst bike ji bo rizgarkirina wan, em amade û berdewamîn. Her wisa hewlên me ji bo avadankirina deverên Êzdiyan û bi parêzgehkirina Şingalê di gel Hikûmeta Federala Iraqê dê berdewam bin.

Sersala we hemûyan pîroz, her sal bi xêr û xweşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

13/04/2021

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: