Bi minasebeta salvegera Tevgera Goran ,serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyek li Rêkxerê yş Tevgera Goran Omer Seyid Elî kir.
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî:
Birêz Omer Seyid Elî
Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran
Li bîranîna donzdeh saliya damezrandina Tevgera Goran da, bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz û endamên Xaneya Raperandin û Civata Niştimanî û hemû endam û alîgirên Tevgera we dikim.
Tevgera Goran wekî aliyekê bi bandor, roleke xwe ya ber bi çav li kiyan û proseya siyasiya Kurdistanê da heye û ew prose îro ji her demê zêdetir yekrêzî û pêkveyiya li hemû aliyek dixwaze.
Hêvîdarim ev bîranîn û helkeft bibin derfeta kûrkirina giyanê tebayî, bihêzkirina peywendî û hevxebatiya di navbera aliyan, karê hevbeş ya çareya qeyran û giriftan ber bi parastina maf û destkeftan û pêkanîna jiyan û guzeraneke baştir ya ji bo gelê Kurdistanê.
Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê dixwazim.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.07.2021