Civak

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Babeşêx kir

Roja 21/11/2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêz Babeşêxê Êzdiyan, pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz kir û hêviya serkeftinê li erkê wî da xwest, her wiha hemû piştgîriyeke ji bo Êzdiyan dûpat kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku erkê birêz Babeşêx, erkêkê ruhî oliye û nabê hîç bandoreke siyasî li ser birêz û erkê wî ya olî de hebê, her wiha hêvî xwest ku bibê sêwan û çetra komkerê tevahiya Êzdiyan û bikarê serkeftiyane rola xwe li tebayî û pêkvejiyan û hevdû qebûlkirina di navbera pêkhatên Kurdistan û Iraqê de bibîne.

Ji aliyê xwe ve birêz Babeşêx spas û pêzanînên xwe yên ji bo pîrozbahî û biserkirina birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirî û daxwaz kir rêzdar û Serokayetiya Herêma Kurdistanê û tevahiya aliyên peywendîdarên li Herêma Kurdistanê li hevkarî û piştgîriya Êzdiyan de berdewam bin.

Back to top button