Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Seyîd Emmar El Hekîm kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 29.10.2024ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê da digel Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Tevgera Hikme a Nîştimanî ya Iraqê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encamên wê gotûbêj kirin û Seyîd Emmar El Hekîm serkeftina hilbijartinan li Serok Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û li dor têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa navçeyê de bîr û ramanan li hev guhertin.

Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û tekez li ser wê yekê kirin ku çareserkirina pirsgirêkan bi rêya li hevtêgihiştinê û li ser bingeha destûrê dê aştî û aramiya Iraqê zêdetir bihêz bike. Her di vê derbarê da hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê ji bo berjewendiyên bilind yên Iraqê bi girîng zanîn.

Di vê dîdarê da, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîste hemû alî kar ji bo parastina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn bikin û Iraq nekeve nav aloziyên herêmî.

Back to top button