Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şêx Cemal El-Zarî kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya li Şêx Cemal El-Zarî Serokê Projeya Niştimanî ya Iraqê kir.

Di hevdîtinê da rewşa navxwe ya Iraqê, proseya siyasî, peywendiyên Iraqê digel welatên navçeyê û rewşa navçeyê bi giştî hate gotûbêjkirin.

Her du alî piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Federal ya Iraqê û hewlên Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ji bo cîbicîkirina karnameya hikûmetê û çareserkirina kêşeyên welat bi taybetî pirsgirêkên Hewlêr-Bexda û xebata hemû aliyên siyasî yên Iraqê ji bo aştî û aramiyê dûpat kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: