Komara Kurdistanê serbilindîya hemû Kurdistanîyên cihanê ye

Komara Kurdistanê,  bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed 77 sal berê di roja 22.01.1946an, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê ate îlan kirin.

Komara Kurdistanê 11 mehan jîya û ji ber berjewendî û erêkirina dewletên mezin, di roja 17.12.1946an da,  ji aliyê Dewleta Îranê ve hate rûxandin.

Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Komara Kurdistanê  di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistanîyên cîhanê pê serbilind bin.

Di dema şerê duyem ê cîhanê da li beşeke Rojhilatê Kurdistanê valahiya desthilata Dewleta Îranê pêk hatibû û Kurdan jî sûd ji wê rewşê wergirtibûn û  Komara Kurdistanê  îlan kiribûn.

Komara Kurdistanê  li ser 1/3yê (ji sisêyan yekê) erdê Rojhelatê Kurdistanê hatibû pêkanîn. Lê ji bajarên din ên Rojhelatê Kurdistanê  nûnerên eşîr, malbat û pêşkêşên ji beşên cuda cuday yên civatê, kesayetên qebûlbar yên oldar,  rewşenbîr û sîyasetmedarên ji her bajarên Rojhelatê Kurdistanê jî beşdarî îlan kirina Komara Kurdistanê bibûn. Ji ber wê  jî Komara Kurdistanê di eslê xwe da ne  bes Komara Mehabadê û ya çend bajarên Rojhelatê Kurdistanê  bû; Komara hemû gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bû. Rêveberîya Komara Kurdistanê jî xwe wek rêveberîya hemû gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê didît.

Lê belê, mixabin, astengî û nakokîyên sînorî û cografîk ên di navbera Kurdistanê  û Azerbaycanê da û herweha zêdetir jî,  nakokî û berjewendîyên sîyasî yên navdewletî yên di navbera Yekitîya  Sovyetê  û Emerîka û Brîtanyayê da rênedida ku  cografyaya desthilatdarîya  Komar Kurdistanê  fireh bibe û bigîje sînorên xwe yên dîrokî yên Rojhelatê Kurdistanê.

Di  roja îlan kirina Komara Kurdistanê  da ne bes kurdên Rojhilatê Kurdistanê , herweha ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî gelek eşîr, malbat, kesayetên pêşkêşêv civatê,kesayetên odlar,  rewşenbîr û sîyasetmedar jî li Meydana Çarçirayê amade bûn. Serokê Serîhildana Agirîyê Îhsan Nûrî Paşa j, ber astengîyên Dewleta Îranê nikarîbû  beşdarî îlan kirina Komara Kurdistanê bibe.

Mele Mustafa Barzanî yê  nemir, wek serfermandarekî,  bi hêzeke mezin ya pêşmergeyên ji Başûrê Kurdistanê , beşdarî nav Hêza Pêşmergeyên Komara Kurdistanê bibûn.

Pêşewa Qazî Mihemed di roja îlan kirina Komara Kurdistanê ya li Meydana Çarçirayê da weha dibêje: “Armanca min ev e ku ez yekbûna vî miletî bibînim ku îro bûye çar parçe’’.

Ev gotara Pêşewa Qazî Mihemed û di îlan kirina Komara Kurdistanê da beşdarîya nûnerên ji hersê perçeyên din ên Kurdistanê,  nîşana wê yekê ye ku,   rêvebirên Komara Kurdistanê  jî, nûnerên perçeyên din ên Kurdistanê   jî,  bi bîr û bawerî û hişmendî û hest û helwesteke neteweyî, niştimanî, kurdistanî tevdigerîyan, li Komara Kurdistanê xwedî derdiketin.

Komara Kurdistanê  ne tenê komara kurdan bû, herweha komara hemû pêkhateyên etnîkî , dînî, mezhebî yên li Rojhilatê Kurdistanê bû. Roja Îlan kirina Komara Kurdistanê, li gel kurdan, gelên ecem, azerî, ermenî, cihû jî li  Meydana Çarçirayê bûn.

Komara Kurdistanê xwe wek komareke otonom pênase dikir; lê di eslê xwe da, bingehê dewleteke federe yan jî serbixwe ava dikir. Rêvebirên Yekitîya Sowyetê dixwestin Komara Kurdistanê jî beşeke Komara Azerbaycanê be,. Lê belê, Pêşewa Qazî Mihemed û rêvebirên Komara Kurdistanê ev qebûl nekirin û wek komareke cuda Komara Kurdistanê îlan kirin. Ev helwest û wek hêzeke leşkerî ya  neteweyî ava kirina Hêza Pêşmerge, ava kirina dezgehên niştimanî yên dewletbûnê, nîşana wê yekê ye ku, di hişmendîya Pêşewa Qazî Mihemed û rêvebirên Komara Kurdistanê da, hûnandina bingehê dewletekê hebû.

Komara Kurdistanê yekem Dewleta  Kurdan  bû ku bi şiklê Komarî hatibû damezrandin. Ji bo hemû hemwelatîyan   bingehê sîstemeke hiqûqî, demokratîk hate ava kirin. Encûmeneke xwecihî ji bo birêvebirina karûbarên civakî û dewletê  hate damezrandin. Karmendên dewletê her ji xelkê xwecîhî bûn. Ji bo bi pîvanên modern ava kirina dewletekê, di warê mafên pêkhateyên hemû beşên civatê da, mafê jinan da, ji bo gêncan, ji bo pêşdebirina xebatên çandî û hunerî gavên baş hatin avêtin, yasa hatin derxistin.

Alaya Kurdistanê, sirûda neteweyî Ey Reqîb, nirx û sembolên neteweyî, niştimanî yên Komara Kurdistanê bûn. Zimanê Kudî zimanê fermî û zimanê perwerdeyê bû.

Komara Kurdistanê, di dema xwe da, li Rojhilata Navîn a ku di bin zordariya deshilatdar û dagirkaran da dinalîya, bû nimûneyeke desthilatdarîyeke demokratîk û  graveke azadî û nûjenîyê.

Komara Kurdistanê bi piştgiriya xelkê û di nav şahî û xweşîya girseya gel da  hate îlan kirin.

Lê helbete ku, Komara Kurdistanê ji ber sîyaset û astengîyên dewletên mezin, tenê beşeke berteng a Rojhilatê Kurdistanê girtibû, Komarê nekarî li ser hemû axa Rojhilatê Kurdistanê deshilatdarîya xwe ava bike.

Komara Kurdistanê di warê îdarekirinê de temen û tecrûbeya wê  kêm bû û kadirên şareza yên ji bo hikûmet û birêveberiyê  pêwîstbûn di destên xwe de tunebûn.

Herçiqas  hewil hatin dayîn ku hêzeke leşkerî ya neteweyî bê ava kirin jî, lê ji ber rastîya  eşîrî, malbatî û cudabûnên di nav civaka Kurd da, yazdeh mehên Komara Kurdistanê têrê nekir ku vê hêza leşkerî ya neteweyî, niştimanî bê ava kirin.

Belê li gel hemû kêmsî û pirsgirêkên xwe jî, Komara Kurdistanê nimûneyeke xwe îdare kirin û dewletbûyîna miletê Kurd û gelê Kurdistanê bû.

Ew hişmendî û rêbaza Komara Kurdistanê, îro li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê , ji gelê me ra bûye rêbaz, bûye bingeheke dîrokî.

Jiyan, helwest, şexsîyet û wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed û tecrubeya Komara Kurdistanê di eslê xwe da, ji bo hemû perçeyên Kurdistanê,  rêbaz, hişmendî û  wazîfeyên me yên netewî, niştimanî û dîrokî nîşanî me didin.

Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin.

Dibêje hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastin û hişmendîya azadî û dewletbûnê bila bingeha sîyaseta we be.

Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, dijmanatîya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin, dibêje hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.

Dibêje rêzê li xwîn û ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadîya Kurdistanê bigirin.

Pêşewa Qazî Mihemed digot ‘Ala Kurdistanê rojek were li ser vê mehkemeya ku ez lê tême darizandin jî dê bê hildan’.

Ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kirîbû bi xwîna sed hezaran şehîdan , bi têkoşîneke qehramanane, îro li ser Parlementoya Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê li ba dibe.

Pêşewa Qazî Mihemed bangî nûnerên 50 milyon Kurdên cîhanê dike:

Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gêncên xwe, jinan, hemû civata xwe bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxistinên girseyî, netewî. Bîr û doz û bernameyên xwe bi gelê xwe bidin qebûl kirin.

Belê, pêkanîna wasîyeta Pêşewa Qazî Mihemed herweha rê lêvekirina azadîya li her çar perçeyên Kurdistanê ye.

Gava ku em vê wasîyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzanîyê nemir, yê Şex Seîd , Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa,  Seyid Riza û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be.

Di 77emîn salvegera îlan kirina Komara Kurdistanê de, em Pêşewa Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanîyê nemir û hemû damezranêr û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

22.01.2023

HAK-PAR(Partîya Maf û Azadîyan)

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

PDK(Partîya Demokrat a Kurd)

PDK-BAKUR(Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur)

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: