Kurdî zimanê milyona Kurd e!

Di pêvajoya hilbijartinan de pirsa zimanê Kurdî bi awayên cudabê jî tê rojevê û gotubêj li ser statûya zimanê Kurdî tê kirin.

Di bernameyek televîzyonî de ji serokê Partiya Zaferê kesayetê nijadperestê Umit Ozdag hatibû pirsin: Gelo kurdî dikare bibe yek ji zimanên zikmakî yên Tirkiyeyê?” Wî bersiv da, “Na, nabe, pir eşkere ye ku ev yek nabe.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner bersiva Ûmît Ozdag a ji bo zimanê dayikê da. Metîner li ser Twitterê wiha got: “Kurdî yek ji zimanên sereke yên Tirkiyê ye. Zimanê me yê zikmakî ye ku bi saya Erdogan hebûn û prestîja wî ya di dewletê de ji aliyê TRT Kurdî ve hatiye qebûlkirin. Yên ku kurd û tirk, tirk û kurd weke xwîşk û bira nabînin, zemînê cudabûnê ava dikin.Yên ku dibêjin kurdî nikare bibe yek ji zimanên zikmakî yên Tirkiyeyê, bila bizanibin ku kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan kurdan e. Tirkiye dewlet û welatê ne tenê tirkan, welatê kurdan e jî. Loma jî feraseta ku tirkan ji kurdan bilindtir û tirkan li ser kurdî dibîne me ji hev perçe dike. Hay ji xwe hebin!“

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: