Li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeyeka Komîteya Dostaniya Fransa – Iraq li Senatoya Fransayê ya bi serokayetiya xanim Nicole Nuranton kir. Ew şande ji birêzan; hejmarek ji Endamên Komîteyê û Konsolê Giştiyê Fransayê li Herêma Kurdistanê pêkhat bû.
Di hevdîtinê de, şandeya mêvan piştgîriya Fransayê ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê dûpat kir û rêz û pêzanînên xwe ji bo qurbaniyên Pêşmerge û rola wan ya di têkşikandina Daîş da nîşan da, her wiha dûpat kirin ku Fransa bi giringî ve li dostaniya xwe ya digel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û dixwaze di hemû waran da peywendiyên xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê pêşde bibe.
Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, bi navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştgîriya serbazî, mirovî û siyasî ya Fransayê bo Herêma Kurdistan û Iraqê spasiya Fransayê kir û xweşhaliya xwe bi serdana şandeyê bo Herêma Kurdistanê nîşan da. Her wiha balkişand li ser dostînî û peywendiya dêrîn ya di navbera Herêma Kurdistan û Fransayê da.
Di derbarê rewşa Iraqê da jî, Serok Nêçîrvan Barzanî tekîd li wê yekê kir ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da kilîla çareserkirina hemû arîşeyên Iraqe ye, û balkişand li ser giringiya rola civaka navdewletî, Fransayê bi taybetî ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê alîkariyê bikin.
Pêşhatên dawî yên proseya siyasî li Iraqê, rewşa navçeya Şingalê û navçeyên maddeya sed û çil ya destûrê, metirsiya terorê, kiryar û êrîşên Daîş, rewşa Sûriye û navçeyê bi giştî, çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.