PolîtîkRojev

YNK ji hebûna baregehên PKKê li Silêmaniyê nîgeran e

Endamekî berê yê serkirdetiya YNKê dibêje, di navbera YNK û PKKê de arîşeyên kûr hene û YNK ji zêdebûna baregehên PKKê li Silêmaniyê nîgeran e.

Duhî endam û alîgirên PKKê li Silêmaniyê xwepêşandanek kirin bo eşkerekirina wan kesên ku welatiyê Bakurî Zekî Çelebî teror kirine.

Li ser vê mijarê, endamê serkirdetiya YNKê Osman Banîmaranî ji BasNewsê re got, ez PKKê bi temamî red nakin ji ber ku ew jî mîna me kurd in. Lê di warê siyasî de divê hikûmet û partiyên Herêma Kurdistanê di asta bilind de bicivin û çareyekê bibînin da ku gelê me ziyanê nebîne.

Osman Banîmaranî her wiha got, di navbera PKK û YNKê de arîşeyên kûr hene. Ji xwe wan carekî şer kirine. Qesta min şerê sala 2000 ye. Ez jî wê çaxê di nav wî şerî de bûm. Lê YNK ji zêdebûna baregehên PKKê li Silêmaniyê nîgeran e.

Back to top button