Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Holandayê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro yekşemê 04.12.2022ê li Hewlêrê di dîdarekê da digel Jaco Beerends Konsolê Giştî yê nû yê Holanda li Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyê li destbikarbûna wî kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest. Herwesa hemû piştevaniya xwe û ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî nîşan da.

Di dîdarê da tekezî li ser wê yekê hat kirin ku herdu alî dixwazin têkiliyên xwe di hemû waran da, bi taybetî di warê çandiniyê da pêş bixin û berfireh bikin.
Serok Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya hikûmeta Holandayê kir ku di şerê li dijî Daîşê de havkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: