Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Almanyayê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 07.08.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Klemens Semtner Konsolê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê kir ku bi boneya dawî hatina kar û erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê serdan kiribû.

Di hevdîtinekê da, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya kar û hewlên Konsolê Giştî yê Almanyayê yên ji bo pêşxistina têkiliyên digel Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû da xwest.

Ji aliyê xwe ve, birêz Konsolê Giştî yê Almanyayê kêfxweşiya xwe ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê kir ku, di dema karkirina wî da li Herêma Kurdistanê hevkarî û piştevanî li kar û çalakiyên wî dikirin, her wisa, rol û hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo li hev civandin û yekxistina aliyên siyasî de bilind nirxand.

Peywendiyên Herêma Kurdistanê digel Almanya, prosesa siyasî ya Iraqê, rewşa Şingalê û çend mijarên din di vê hevdîtinê da hatin gotûbêj kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: