PolîtîkRojev

PDK’ê ji bo yekîtiyê hewldanên mezin da

Endamekî Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku civînên navbera YNK û PDKê dê berdewam bin.

Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Bilind Îsmaîl ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re daxûyaklirin ku: “Yekgirtin hertim ji bo me girîng e û tu alî bi serê Xwe nikare her tiştî li himber Bexdayê bike. Lê mixabin hinek arîşeyên wek pirsa serokomar derketine, lê arîşeyên mezintir hene û em nikarin her tiştî rawestînin. Lê dive em yekhelwestbin.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Îsmaîl got:

Di nava partiyan de nêrînên cuda hene, lê hinek tişt hene ku divê yek bin, wek parastina statuya herêmê, reforma kabîneya nehemîn, parastina asayîş û pêkvejiyana Pêşmerge û jiyana welatiyan. Li ser postekê nêrînên cuda hene, eger pirsgirêk hebin û nêrînên cuda hebin ne probleme, ji ber ku xalên hevpar zêdetir in, lewma dê hevdîtin berdewam bikin.”

Back to top button