Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermadarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir
Îro danê sibê roja pêncşemê 22.08.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê da digel general Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo jinavbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê û şandeya pê ra rewşa ewlekarî ya navçeyê gotûbêj kirin.
Her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku DAIŞ hê jî metirsiyeke cidî û rasteqîneye û bi êrîşên xwe yên li Iraq û Sûriyê, berdewam gefê li ewlehî û aramiya navçeyê dike. Di vê çarçoveyê da her du aliyan tekezî li ser giringî û pêwîstiya berdewamiya erkên hevpeymaniya navdewletî û hevkariyên hevbeş yên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge digel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna terorîstan û piştrastbûn ji bi yekcarî jinavbirina DAIŞê kirin.
Di beşeke din ya civînê da, di derbarê pêngavên dawî yên yekxistina hêzên Pêşmerge, çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge da gotûbêj kirin û tekîd li ser serkeftina proseyê kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê bi rijd e ku proseya yekirin û çaksaziya Pêşmerge bi serkeve û rêgiriyên li pêşiya wê ji holê rake, hevkarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo wê proseyê bilind nirxand.
Di hevdîtinê da ku, Wezîrê Pêşmerge, Serokerkanê Giştî yê Hêzên Pêşmerge û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê amade bûn, pêşhatên dawî û îmkan û bandorên rewşa aloz a Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya parastina aramiyê û dûrxistina navçê ji pevçûn û aloziyên zêdetir kirin.