Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya birêz Musanna El-Samerayî kir
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 30.10.2024 li bajarê Hewlêrê, di hevdîtinekê da digel birêz Musanna El-Samerayî parlamenter û Serokê Hevpeymaniya Ezm li Parlamentoya Iraqê, rewşa giştî ya welat, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên dahatû yên Iraqê gotûbej kirin.
Di hevdîtinê da birêz El-Samerayî serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Serok Nêçîrvan Barzanî pîroz kir. Her du aliyan berdewamiya diyaloga di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan bilind nirxand û hevfikir bûn ku çareserkirina pirsgirêkan di berjewendiya tevahiya Iraqê da ye û dê aramî û seqamgîriya welat bihêztir bike.
Metirsiyên rewşa aloza Rojhilata Navîn mijareke dinê hevdîtinê bû û her du aliyan amaje bi wê yekê kirin ku Iraq nekeve nava pirsgirêk û nakokiyên navçeyê da û dûrxistina welat ji wan nakokiyan bi girîng zanîn.