Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 14.12.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya li birêz Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê û şandeke pê ra kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyoz Richardson di civînê da; pêşxistina têkiliyên Brîtanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên siyasî yên dawî û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal, pirsgirêk û gefên li pêşiya Iraqê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên di navbera wan da hene, serdana dawiyê ya Serok Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê û hevdîtin û civînên wî yên ji bo çareserkirina arîşeyan hatin gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekez li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyên baştir bi welatiyên Iraqê û dabînkirina derfetên karî û cîbicîkirina karnameya hikûmeta nû ya Iraqê ku ji karên wê yên pêşîne kir. Herwesa, di civînê da, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hate nirxandin û di vî warî da yekhelwestî û yekrêziya Herêma Kurdistanê bi girîng û pêwîst hate zanîn bi taybetî jî yekdengiya tîma danûstandinan ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê.

Serok Nêçîrvan Barzanî careka din tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li hikûmeta nû ya Iraqê û Serokwezîrê wê birêz Elsudanî dike û got ku ji bo çareserkirina arîşeyên welat bi piştevaniya hemû aliyên beşdar di hikûmetê da hêvî û derfeteke heye, herwesa, alîkarî û karê hevbeş di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê da ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi hikûmeta Iraqê ra hene bi pêwîst û girîng zanî.

Peywendiyên Iraqê digel welatên cîran û navçeyê, pêşhatên dawî û rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din yên civînê bûn.

Back to top button