Civak

PAKê  Li Amedê Rêberê Miletê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî  Bibîranî

Bi minasebeta 108emîn salvegera  darve kirina rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî,  Teşkîlata Amedê ya PAKê roja 14.12.2022ê semînerek li dar xist.

Axaftvanê semînerê lêkolîner û nivîskarê Kurd Seîd Veroj bû.

Moderatorê semînerê Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran bû.

Di destpêka civînê de ji bo Şêx Ebdulselam Barzanî û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Paşê li ser navê PAKê, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran girîngî û rola rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî ya neteweyî, civakî, olî, eşîrî û însanî de kurte axaftinek kir.

Piştî axaftina Hanîfî Tûran, lêkolîner û nivîskarê Kurd Seîd Veroj di derbarê jîyan, xebat, bîr û bawerîyên rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî de agahdarîyên berfireh da. 

Piştî semînera Seîd Veroj, beşdarên semînerê pirsên xwe kirin û rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd Îbrahîm Guçlu, Osman Karavîl û Omer Ozmen jî di derbarê jîyan û têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî da  bîr û rayên xwe anî ziman.

Li gel rêvebir û endam û alîgirên PAKê, nûnerên PSKyê û TDK-TEVGERê û  gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd  beşdarî semînerê bûn.

Telewîzyon û ragehandina kurdî jî eleqeyeke baş nîşanî semînerê dan.

14.12.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Berdevkê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) Hanîfî Tûran: 

Şêx Ebdulselam Barzanî, serok û rêberekî milî, civakî, olî, niştimanî bû

Axaftina Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran a ku di semînera bi minasebeta 108emîn salvegera darve kirina rêberê miletê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî, li Teşkîlata Amedê ya PAKê roja 14.12.2022yê hate li dar xistin.

…………..

Nûnerên dezgehên ragehandinê yên birêz, sîyesetmedar û rewşenbîrên hêja

Hûn bi xêr hatine vê semîner û bibîranîna Şêx Ebdulselam Barzanî yê serok û rêberê hêja yê gelê Kurdistanê.

Şêx Ebdulselam Barzanî 108 sal berê, di roja 14yê Çileya Pêşîn a 1914an da li Mûsilê ji alîyê Dewleta Osmanî ve hate darve kirin. Gava Şêx Ebdulselam Barzanî hate darve kirin, Suleyman Nazîf Walîyê Mûsilê bû.

Em îro weke Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi minasebeta bibîranîna rêberê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî vê semînerê li dar dixin.

Di derbarê jîyan û xebat û reform û bîr û bawerîyên Şêx Ebdulselam Barzanî de lêkolîner û nivîskarê Kurd ê hêja kek Seîd Veroj dê agahdarîyên berfireh bide me.

Şêx Ebdulselam Barzanî, kurê Şêx Mehmûd e û birayê mezin ê Şêx Ehmed, Mûhamed Sıddıq Babo û Mele Mistefa Barzanîyê nemir e.

Şêx Ebdulselam Barzanî di sala 1868an da li Barzan jidayik bûye.

Şêx Ebdulselam Barzanî, pêşmerge bû, herweha Serfermandarê Pêşmerge bû.

Şêx Ebdulselam Barzanî, serok û rêberekî milî, civakî, olî, niştimanî bû.

Şêx Ebdulselam Barzanî, reformxwaz bû. 

Şêx Ebdulselam Barzanî, bi damezrandina reformên ji heft xalan pêk hatî, bingehê edalata civakî, bingehê parastina jîngehê, bingehê yekgirtina hemû pêkhateyên Kurdistanê danîye.

Şêx Ebdulselam Barzanî , rêberekî neteweyî, niştimanî bû. Bername û daxwazên milli, niştimanî yên gelê Kurdistanê pêşkêşî Dewleta Osmanî kir. Dewleta Osmanî ev daxwaz qebûl nekirin û bi vê jî nema, êrîşî gelê Kurdistanê kir. Gelê Kurdistanê bi serokatîya Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand, berxwedaneke meşrû û qehremanane pêk anî.

Di encama êrîşên Dewleta Osmanî û berxwedana gelê Kurdistanê da, Dewleta Osmanî di roja 14yê Çileya Pêşîn a 1914an de li Mûsilê li ber çavên Mele Mistefa Barzanîyê nemirê ku wê gavê 11 salî bû û li ber çavên gelê Kurd, rêberê neteweyî, niştimanî, olî û civakî Şêx Ebdulselam Barzanî darve kir.

Belê Şêx Ebdulselam Barzanî hate darve kirin. Lê Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand. Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet ya ku Şêx Ebdulselam Barzanî teslîmî gelê Kurd kir neket erdê, têkoşîna gelê me ranewestîya.

Têkoşîna gelê me bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed, bi îlan kirina Komara Kurdistanê gihîşte asteke bilind. Ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê li Mehabadê li Meydana Çarçirayê li ba da. 

Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet, ew alaya rengîn ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir îro li Başûrê Kurdistanê, li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê li ba dibe.

Ew berxwedan û têkoşîn û serîhildana bi rûmet ya netewî û niştimanî ya Şêx Ebdulselam Barzanî, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî di astên cuda cuda de ji alîyê gelê me ve berdewam e.

Îro li Bakurê Kurdistanê em wek PAK, PSK, TDK-TEVGER li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd di nav xebatekê da ne û em dixwazin li Bakurê Kurdistanê hevkarîyeke berfireh a neteweyî, demokratîk bê ava kirin.

Em di 108emîn salvegera darve kirina wî da rêber û serokê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî bi rêzdarî bibîr tînin.

14.12.2022

Back to top button