Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Almanyayê kir

Îro nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê pûşwaziya balyozê Almanya li Iraqê û heyeta pere kir. Di hevdîtinê de behsa avakirina hukumeta Iraqê û hilbijartina hate kirin.Pêşhatên siyasî li herêmê, Iraq û Kurdistanê babetê sereke yê hevdîtinê bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanya ji bo arîkariya Iraqê û Kurdistanê kir.Barzanî ji bo berfirehkirina erke Almanya li Kurdistanê keyfxweşiya xwe da kifşkirin.
Her wiha pîrozbahiya destbikarbûna Klaus Straich weke Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Her du alî tekez li ser giringiya bidestxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê kirin û tekez li ser berdewamiya piştevaniya civaka navdewletî û welatên dost ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeteke ku xizmetkar û bersiva daxwazên Herêma Kurdistanê û welatiyên Iraqê be kirin. Her wiha rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêngavên bene avêtin gotûbêj kirin.
Ji aliyek din ve peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên li navçeyê û mijarên din ên berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.