Polîtîk

Balyozê Almanya:Emê piştevaniya Pêşmerge de berdewam bin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Cotmeha 2022an, pêşwazî li Balyozê Almanya yê li Iraqê Martin Jaeger kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê Klaus Streicher bû, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li destbikarbûnê lê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha amaje bi pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê lkir û spasiya hevkarî û piştevaniya hikûmeta Almanya bi Herêma Kurdistanê re û berdewamiya piştevanîkirina Pêşmerge dubare kir.

Di beşeke din a civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û hewlên ji bo pêkanîn hikûmeta nû hat gotûbêjkirin û di vê derbarê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li giringiya rêzgirtin li prensîpên beşdariya rasteqîne ya Herêma Kurdistanê di biryara siyasî ya Iraqê û hevsengî û lihevkirinê kir.

Aloziyên navçeyê û giringiya aramiya rewşa navçeyê bi giştî, beşeke din a guftûgoyan bû.

Back to top button