Civak

Serok Nêçîrvan Barzanî: Paşeroja Kurdistanê emanetî derçûyên zanîngehan e

Êvariya roja pêncşemê 17.10.2024ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Dihokê beşdariya merasima derçûna 29emîn a derçûyên Zanîngeha Dihokê bû ku, hejmareke berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mamostayên zanîngehan, akademîsyen û kesûkarên derçûyan amade bûn.

Di merasîmê da Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir.
Eva li jêr jî naveroka gotara Serokê herêma Kurdistanê ye:

Mamosta û malbatên derçûyan yên rêzdar
Mêvan û amadebûyên hêja!

Êvara we bi xweşî be.
hûn hemî gelek‌ bixêr hatin..

Cihê xweşhaliyeka mezine ku‌, îro bi hev ra digel xweşî û şadiya (5051) gencên me yên xweşdivî, yên (19) beşên kolêjên cuda, derçûyên dewra (29)ê ya Zanîngeha Dihokê beşdar dibim.

Derçûyên hêja!

Ji dil û bi germî pîrozbahiyê li hewe, li malbat û mamostayên hewe yên rêzdar dikim. Hêviya serkeftinê bo we hemûyan dixazim. Ev êvariye ne bi tinê ahenga derçûnê bo we, belkî qonax û destpêkeka nûye ji bo karwanê hewe di jiyanê da.

Hewe çendîn salin karekê ciddî kiriye û xwendiye û westiyane û hewe li zanîngehê îro derbas kir. Hewe gelek zehmetî kêşan, da ku serkevin, da ku xewnên xwe bikine rastî û bigihine armancên xwe.

Wergirtina bawernameyê li zanîngeha Dihokê destkefteke cihê şanazî û serbilindiyê ye. Belê ji bîr nekin ku, bawername ne bi tinê nîşana serkeftina hewe ya pîşeyî û akadîmî ye, bi vê bawernameyê berpirsiyariyeka mezin dikeve ser milê hewe da ku zanist û zanîna hûn li zanîngehê fêrbûne ji bo xizmetkirina civakê û avakirina paşerojeka baştir û geştir, ji bo welatê xwe bikar bînin.

Hewe di gelek warên cuda da xwendineka baş ya kirî, hûn gelek zanîn û zanistên nû fêrbûn wekî, zanistên mirovî, siruştî, endazyarî, pizîşkî, IT, birêvebirin û gelek warên din.

Ev rêyeke bo hindê bikarin beramber tehediyên li pêşiya me, yên li pêşiya hewe rawestin, rêya çawanîya çareserkirina wan kêşe û arîşan vebînin yên ku têne ser rêka welatê me û têne ser rêka civaka me.

Xwendekarên xweşdivî..

Dinya gelek bilez tê guherîn, divê hûn di astê pêwîstî û tehdîdên îro da bin.

Derçûyên xweşdivî,

Di cîhana îro ya tejî alozî û astengî, welat û civak, gelek pêdivî wan kesaye yên zîrek ‌u jêhatî û destpêşxer‌, yên ku bişên hizreka rexnegirane û avaker bikin bo çareseriyên nû yên zanistî û afirandinê, yên serkeftî û serdemiyane, bo kêşe û arîşên cuda, rêya çareseriyê vebînin. Nuha hûn, yên di wî pêgehî da ku bikaribin cudahiyeke çêkin.

Ne bi tinê di warê xwendinê da‌ ya pîşeyî û akadîmî, belkî divê hûn bikaribin di warê jiyana civakî, kultûrî, abûrî, kargêrî û siyasî ya Kurdistanê da jî cudahiyê çêkin.

Li Kurdistanê û Iraqê, di çendîn waran da, gelek tehedî yên cuda yên civakî û aborî hene. Divê hûn bizanin ku derçûyên zanîngehan dikarin rolekê girîng bo çareserkirina wan bibînin. Ev jî bi rêya dahênanê di warê kar û bazirganiyê da, herwesa b‌i beşdariya hewe bo pêşxistina bername û stratejî û siyaseta giştî da.

Xwendekarên xweşdivî ji bîr nekin:

Hûn hêviya vî miletî ne bo paşerojeka geştir, ji ber hindê jî erkê we yê bi sanahî nîne, erkê hewe yê girane bo xizmêtkirina paşeroja milêtê me‌.

Welatê me gelek nexweşî, karesat, kêşe û qeyranan dîtine. Gelek girînge em hemû pêkve kar bikin ji bo avakirina civakekê tijî rêzgirtin, dadperwer û wekhev.
Hûn dê berev asoyeka nû biçin, ji ber hindê xwe amade bikin bo pêkînana armancên xwe yên mezin û yên bilind. Hergav şanaziyê bi xizmeta xwe ya ji bo miletê xwe bikin, şanaziyê bi xizmeta xwe ya bo welatê xwe bikin. Berpirsiyariya ku dikeve ser milê hewe geleka mezin e. Me jî hemû bawerî bi hewe heye ku dê di erkê xwe yê beramber ew gefên ku dikevin pêşiya miletê me û welatê me dê bi serkeftî û serfirazî cîbicî bikin.

Amadebûyên hêja,
Mamosta û derçûyên xweşdivî,

Perwerde û fêrkirin bingehê sereke yê pêşkeftina her civakekê ye, her civakeka saxlemî bivê, pêşkeftin bivê, kilîla wê ji perwerdeyê dest pê dike. Zanist û zanîn şertê yekê yê serkeftina her miletekî ye, berê xwe bidin dinyayê, ew miletên ji bo pêşkeftina civaka xwe rêya perwerdeyê hilbijartibe, gelek bi serkeftî pêşketine, welat hebûye di hejariyê da bûye, di nav zehmêtiyan da bûye, lê belê wextê perwerde kirîye karê xwe yê pêşîne, welatê xwe ji hejariyê rizgar kiriye û îro em dibînîn ew welat ji pêşkeftîtirîn welatên dinyayê‌ ne.

Divê berdewam digel nûtirîn pêşkeftinên zanistî yên cîhanê xwe nû bikin, divê biha û girîngiyeke dirust bi hemû wan mijar û warên ku îro li cîhanê cihê girîngî û serincêne bidin. Divê em hemû hewla xwe bidin ku vêra bigehin û ji karwanê îro yê pêşkeftinê yê di cîhanê da em li paşve nemînin.

Lewma pêdiviye zanîngehên, girîngiyeke dirust bi teknelojiyayê û bikarînana wê di hemû warên jiyanê da bidin. Girîngiyeke pêwîst‌ bi Zîrekiya Destkird û gelek baş li ser derfet û metirsiyên wê yên nuha û paşerojê rawestin. Divê mijara guherîna avuhewayê û çawanîya çareserî û kêmkirina metirsiyên wê, gelek bi ciddî bêne wergirtin û kar ji bo wê bêne kirin. Ji bîr nekin Iraq bi şiklekê giştî yek ji wan dewletane ku pirsa avuhewayê bandoreka gelek mezin lêkiriye.

Pêwîste girîngiyeke berdewam û taybet bi navendên lêkolînên zanistî‌ bidin û harîkarî di navbera zanîngehên Kurdistanê û Iraqê û cîhanê da zêdetir bikin. Zanîngehên me pêdiviye beşekê neveqetiyayî bin ji zanîngeh û navendên zanistî yên cîhanê.

Herwesa girîngiyeke ciddî bi zanistên mirovî, avakirin û pêşvebirina şiyanên mirovî û xurtkirina viyan û întîmaya genc û ciwanên me ji bo welat û miletê xwe bidin, ev yek bingeha pêşketina her miletekî ye.

Li dawiyê de, dîsa pîrozbahiyê li derçûyan û spas û pêzanîneka taybet pêşkêşî serokayetî û desteya mamostayên Zankoya Dihokê dikim. Hewe xizmeteke mezin kiriye, zehmet û erkekê mezin ji bo pêgehandina van derçûyên xweşdivî yên îro kêşaye, ez bi germî bi navê xwe û bi navê hemûyan pîrozbahî û destxweşîyeka germ li we hemûyan dikim. Herwesa piştevanî û destxweşiyê li hewlên Zankoya Dihokê dikim ji bo bisazîkirina zanîngehê û bilindkirina kalîteya xwendinê li Zankoya Dihokê, bê şik îro sal bi sal cîhê destê we diyar e, ez pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê jî di vî warî da ji we ra dixwaz im.

Xwendekarên xweştivî bi navê we û bi navê xwe û bi navê hemûyan spasî û destxweşiyeka germ bo dayik û bav û malbat û kesukarên hewe, yên hewe derçûyiya ku gav bi gav, berdewam piştevan û harîkarên hingo bûn,‌ daku keç û kurên wan bikarin xwendina xwe ya zankoyî bidawî bînin, ez bi navê we spasiyeka germ li wan dikim. Westiyana malbatên we digel hingo û qurbanîdan û piştgirîya wan cihê rêz û pêzanîneka mezin e.

Derçûyên xweşdivî,
Ciwanên hêja û delal,

Ji bîr nekin ku, hûn umêd û paşeroja Kurdistanê ne. Bav û bapîrên hewe bi giyan û xwîna xwe, bi xebat û qurbaniya xwe Kurdistan parast, îro jî ew emanet ku welat e, ev milete, yê di destê hewe da, Kurdistan emanetî hewe ye. Hêviya serkeftin û pêşkeftina berdewam ji bo hewe hemûyan dixwazim.

Ji bo avakirina civakeka serkeftî, civakeka pêşkeftî ya tijî hêvî û şikomendî¨ yê ku bi umêdeka mezin berê xwe dide paşerojeka geştir, hêviya min ewe hûn ew bin wî alayî hilgirin û Kurdistanê ji vê qonaxê ber bi qonaxeka geştir bibin, me umêd bi hewe heye û hêvîdarin hûn bizanin ev emanet li ser milê hewe ye û hêvîdarim berdewam di serkeftinê û pêşkeftinê da bin.

Silav li giyanê paqijê şehîdên Kurdistanê ku, îro bi saya serê wan û xwîna wan şehîdan, Kurdistan azad û serfiraz e û dê serfiraz bimîne.

Her hebin, her şad bin.
Gelek spas bo we hemûyan, hêviya êvarîyeka xweş bo hewe daxwaz dikim. Dîsa pîroz be li we hemûyan û serkeftî bin, temendirêj bin di jiyanê da.

Bi xêr bên ser çavan.

Back to top button