Civak

Dengdana taybet destpêkir

Dengdana taybet a Parlamentoya Kurdistanê vê sibê dest pê kir. Nêzîkî 216 hezar dengder mafê wan ê dengdanê heye û 197 navendên dengdanê hatine vekirin.

Proseya dengdana taybet jo bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro danê sibê demjimêr 07:00 dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00ê êvarî berdewam bike.

 Di proseya dengdana taybet de, zêdetir ji 215 hezar û 960 endamên hêzên navxwe, Wezareta Pêşmerge û endamên kurd ên di nava artêşa Iraqê de deng didin.

Hilbijartin dê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve were kirin.

Roja 20ê Mijdarê jî dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tê kirin. 

Li gorî tomara dengdana biyometrîkî ya ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ve hatiye belavkirin, 2 milyon û 683 hezar û 618 dengderên hilbijartina giştî ne.

Back to top button