Cîhan
Serok Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Serok Trump wergirt
Serok Nêçîrvan Barzanî îro nameyek destnivîs ji Serokê Amerîka Donald Trump wergirt.
Di nameyê de Serok Trump spasiya nameya Serok Nêçîrvan Barzanî kir û tekezî li ser giringiya karkirina hevbeş û pêşxistina nirxên hevbeş li gel Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Amerîkayê herwiha hêviya serkeftinê ji Serokê Herêma Kurdistanê re xwest.