Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Awusturya civiya
Li Munchenê, Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Alexander Schallenberg kir û di çarçoveya beşdariya di Konfransa Asayişa Munchenê de, têkeliyên Awusturya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di civînê de metirsiyên rewşa aloz li Rojhilata Navîn û pêşhatên şerê li Xezayê û metirsiya rewşê li ser ewlekarî û aramiya cîhanê û bandora wan a nerênî li ser hemû warên jiyanê, hatin gotûbêjkirin. Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku divê rê li ber alozbûna rewşê bê girtin û ji bo vê yekê jî hevkariyeke berfireh hebe.
Her du alî tekez li ser xwesteka hevbeş a Awusturya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kirin. Di vê derbarê de bi fermî Serok Nêçîrvan Barzanî vexwend bo serdana Austria.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê spasiya têkeliyên dostane û hevkarî û alîkarî û hevkariyên dûr û dirêj ên Otrîşê ji bo Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest asta têkeliyên wan di hemû waran de berferehtir bibe.