Cîhan

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Almanyayê civiya

Di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munchenê de Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Almanyayê Tobias Lindener kir.

Her du alî tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên di navbera her du welatan de kirin. Her du alî hevdeng bûn ku aramiya ewlekarî û siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo tevahiya navçeyê girîng e.

Birêz Lindener balkişand li ser wê yekê ku Almanya giringiyê dide rewşa Iraqê û dê li ser piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be. Li beranber da Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo piştevaniya berdewam a Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û rola hêzên Almanyayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de bilind nirxand.

Her du aliyan tekezî li ser başkirina rewşa Şingalê û Êzdiyan kirin. Di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê dê bibe alîkar ku êzdiyan vegerin Şingalê û avadankirinê Şingalê.

Rewşa navxweyî û hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijareke dinê hevdîtinê bû. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê rijd e li ser wê yekê ku di zûtirîn dem de helbijartin bên encamdan.



Back to top button